DÊ .!

Dê bi çi sefaletîyê bi çi tengasîyê zarokên xwe mezindike ew Xwedê zane mirov nikare li ser vê tiştekî bêje , roja mezin dibin û paşê xwe didin derîyê bav û diçin dîsa kizûrîya mezin dikeve dîlê dayikê . Xwene berî psîcolog hebûn lê di vî warî de dê jixweberê derûnnasîyê xwe bûn ew hisreta giran dikizkizand dil û cergê wan lê dîsa jî zend û bendê xwe hildikirin diketin ber kar û barê dînyayê xwe bi kar û xebatê mijûl dikirin ji bo ku dengê kizkiza kezebê neyê wan, guh li xwe ker dikirin . Diber karê xwe de digotin u dibuhurandin pir stran helbest lorîn wisa hatin holê . Lê tiştek êşa hesreta nav dilê wan hênik nedikir. Ev hew min bi serê zimana behsa dayika kir , kûr u dûr em têkevin navê em nema ji nav derdikevin , tişta ku ez zanimdayik pîrozin û hew .!

Sahaf

Îro dîsa çûm dîyarê bilind newalên kûr li ber bayê dîrokê pel bi pel gerîyam di nav xewn xeyal û rastîyan çend ramanên xweş dizîm di nav kaxezên kevnare min hilma dîrokê kişand nav dil û cergên xwe ez bûm yek bi yek kesên di nav wan çîrokan de

Westîyame û min sare şeşê çilê paşîne li malê me di hundir deme qalorîfer vêxistîne lê ew germêya ku hestîyê mirov germ bike têhna egîr bide rûyê mirov tune ye . Min xwexîya xwe bi pisîka kalikê xwe anî ez zarok bûm em çûbûn gundê dîya min mala kalkê min hew odeyek bû û tev li wê odeyê radizan îro xanî bûne sê çar ode ne lî aramî tune ew odeya kalikê min mezin bû bixêrîyek jî li pêşîya odeyê hebû tim agir têde vêxistî bû pisîkeke kalkê min hebû pisîkeke reş bû ew jî wekî kalkê min pîr bibû mûyê laşê wê jî yek heba sipî bibûn ew pisîk ku têr dixwar dihat li ber wê bixêrîyê bi seetan radiza xwe li ber vedizeland û dîsa radiza aha îro dikê min germahîyak wisa dixwaze

Îro ez hînî tiştekîdin jî bûm, dîya min digot rojê mirov hînî tiştekî nebe an tiştekî nebihîze guhê mirov dirêj dibin. Ka ez vegerim ser mijarê , carna ku me zêde dîya xwe deqeherand an li ser hev me tişt dixwest digot vekişin ji ser serê min çi hûn wekî daniklokê li serserê min in min jî digot ka binê daniklok çi ye ? Îro min lawê xwe bir dibistanê sibehê zû bû li vegerê di ber hewşeyekê re derbasdibûm kutkuta tiştekî hat min min serê xwe zîvirand lê nêrî ku çûkek li ser 🌳darê ye hey kutkuta 🦅wî ye darê dikute pir kêfa min jêre hat hinekî ji xwe re min lê nêrî min xwest li ser vê ajalê tiştekî binivîsim , lê mixabin min navê wê bi kurmancî nizanibû 😳ka ezê çi xwelîyê li serê xwe kim çi şermeke mezin mirov ji xwe re bimre ne çêtire 😓dawûyê min go çima wisa xwe aciz dikim Xwedê mêjî ji bo çi daye ma 😊bi pirsê bi lêkolînekê mirov kare hînî pir tiştan bibe min vekir ferhenga xwe û çavê xwe lê gerand ka bê navê vê ajalê çi ye ? Tew min nêrî bê ma çiqas navê wê pirin 🤣aha zimanê me jî ewqas dewlemend û şêrîne lê mixabin em jê dûrin. Ha îro ez li xwe haybûm ku derdikevim meşê nivîsandin bi min şêrîn dibe dixwazim hema tiştna binivîsim meşa min qedîya hatim ber asansorê çîroka min jî îro ev bû ☺️

Ji ber ku zanim kesek vê nivîsê li vir naxwêne min li vir parvekir , ê ku bixwîne wê bêje gelo çima bersiva wê jî bidim ji ber du sedeman yek jê kesek êdî guhnade xwendinê û ya duduyan tew bi kurdî û dirêj be qet naxwînin ☺️

Carna şeytan ji min re dibêje here û li dû xwe jî nenêre ! De ka aqilê şeytên ewqase ha zane van rojan dilê min bi taswase îja karê ku nabe têne pêşîya min . Nizane qey heta hatime vî temenê xwe min çi dît û çi nedît min çi bihart û nebihart tew malaminê . Lê şeytan jî li gorî xwe mafdare li mirovan dinêre tev xwe wendakirine di nav rihetîyê de dibêje qey herkes wekî hevin . Birastî jî mirovê vî zemanî xwe wendakirine û hayê wan ji wan tuneye hinekî xwedî fikir û raman bûna wê bi xwe bihesîyana li xwe bigerîyana , tev bi dû bextewarîyê ketine, ma bextewarî heye ku bibînin an kê dîtîye tiştekî wisa an jî bextewarî çi ye gelo ez pir lê gerîyam min pir pirsî lê min ne bextewarî dît ne jî bersivek mantiqî bihîst , bextewarî ewe ku dema ku mirov têdeye mirov sûd jê werdigre aha ewqase ha ne tiştekî giran an pêyde nabe , pir hêsane ….!

Şev zîz bûye zikakên vala di bêdengîya şevê de rih dide xwe dikûje , hin kes di nav xewn û xeyalan de digevizin hin kes jî di nav kul û derdan de dişewitin, li bendî zayîna rojê ne !

Tim û tim ez tenê bûm 
nelet li derewa
bi roj ez û sîya xwe
bi şev ez û şevên reş
min û sîya xwe biroj dida lotika kêf û xweşî
bi şev ez û şevê gilî û gazin

Tidarek

Min tidarekê xwe kiribû
Bê wê çiqas kûr be êşa evîna te
Bihayê derba çend kêra be
Wekî êşa çend qolincê zayînê be
Min tidarekê xwe kiribû
min dilê xwe qewîn kiribû
Ji cem heft hekîma
merhema birîna peyda kiribû
Min xwe ji xwe şuştibû
Min xwe Bi evîna te zuha kiribû
Ez û tu û evîn mabûn .!